Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Iraqî Şingalê diparêzin
Adil Ebdulmehdî di konferansa rojnamevaniyê ya heftane de li ser rewşa Şingalê û çarenivîsa Kurdên Êzidî yên revandî axivî, ku heta niha çarenivîsa wan nediyar e û tekezî li ser wê yekê kiriye ku ji bo dîtina çareseriyekê bo rewşa Şingalê, li gel Herêma Kurdistanê civînên wan berdewam in.
Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir: “Em dikarin bibêjin ku li Şingalê li ser çareserkiyeke diyarkirî rêkeftinek heye, em hemû li ser wê yekê rijd in ku divê hêzên Iraqê û artêşa Iraqê asayişa Şingalê pêk bînin, em hemû li ser wê rijd in ku ev parêzbendî û garantî ye ji bo me hemûyan.”
Adil Ebdulmehdî herwiha eşkere kir ku hikûmeta Iraqê gelek hewl dide ku Kurdên Êzidî yên revandî bibînin û çarenivîsa wan diyar bikin.
Ebdulmehdî got: “Divê piştî Baxozê niha em çarenivîsa Êzidiyên revandî bizanin. Lewma em li pey vê mijarê diçin li navxweya Iraqê li Şingalê li gel Êzidiyan, herwiha li derveyî Iraqê û li her derê, Wezareta Derve, saziyên ewlehiyê lipeyçûnê dikin. Hemû aliyan lipeyçûnê dikin, ne tenê Êzidî, rast e Êzidî rûbirûyî çewsandina tund hatine, hemû Iraqê jî rûbirûyî vê yekê bû.”
Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Êzidiyan a li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê, di nav çar sal û heft mehan de, 3 hezar û 402 Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê rizgar bûne û heta niha 3 hezar û 46 kes, çarenivîsa wan ne diyar e.
Rudaw
