• Thursday, 19 February 2026
logo

Efrîn – Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê 4 ciwanên kurd revandin

Efrîn – Grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê 4 ciwanên kurd revandin

Grubên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 ciwanên Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirofan li Efrînê belav kir, çekdarên gruba bi navê Polîsê Leşkerî ji roja 28ê Adara 2023an ve, 4 ciwanên Kurd li ser rêbenda gundê Hesen Dêra yê li navçeya Bilbilê revandin ku temenê 2 kesan ji wan, di bin 18 saliyê re ne.

Li gor heman çavkaniyê, ew her 4 ciwan ji navçeya Raco ne û bêyî ku ti tometekê arasteyî wan bê kirin, çekdaran ew girtin û birin navenda leşkerî ya bajarê Efrînê.

Rêxistina Mafên Mirovan navê wan ciwanan jî aşkera kir û navên wan waha ye: Xelîl Idrîs Cafer (22) salî, Şêxo Luqman Hemo (26 salî), Şêxo Ferhad Hemo (17 salî) û Mihemed Luqman Hemo (16 salî).

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha zêdetir ji 8 hezar kesî hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

 

Basnews

Top