Erdogan: Li Stenbolê sê milyon kurd hene
Serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, îro li bajarê Stenbolê di mîtînga partiya xwe de axivî û behsa kurdên Stenbolê kir.
Erdogan anî ziman ku li Stenbolê sê milyon kurd hene û wiha got: Dibêjin dengên wan dê bo Îmamoglu (namzedê şaredariya Stenbolê yê CHPê) here! Ma tiştekî wisa dibe! Wê çaxê divê em û birayên kurd roja yekşemê (roja 31 Adarê) toqatekeka Osmanî li wan bidin…!”
Ev cara yekemîn e berpirsekî mezin yê dewleta Tirkiyê behsa nifûsa kurdan li bajarekî mîna Stenbolê dike.
Hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê roja 31 vê mehê tên kirin. Li Stenbolê hevrikiyek tund di navbera AKP û CHPê de heye. Nazmedê AKPê, Bînalî Yildirim e û yê CHPê jî Ekrem Îmamoglu ye.
Basnews
