• Saturday, 14 February 2026
logo

Erdogan: Li Stenbolê sê milyon kurd hene

Gulan Media March 27, 2019 Nûçe
Erdogan: Li Stenbolê sê milyon kurd hene
Serokê Tirkiyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan dibêje, li bajarê Stenbolê 3 milyon kurd hene bila hemû jî dengên xwe bidin namzedê AKPê.

Serokê giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan, îro li bajarê Stenbolê di mîtînga partiya xwe de axivî û behsa kurdên Stenbolê kir.

Erdogan anî ziman ku li Stenbolê sê milyon kurd hene û wiha got: Dibêjin dengên wan dê bo Îmamoglu (namzedê şaredariya Stenbolê yê CHPê) here! Ma tiştekî wisa dibe! Wê çaxê divê em û birayên kurd roja yekşemê (roja 31 Adarê) toqatekeka Osmanî li wan bidin…!”

Ev cara yekemîn e berpirsekî mezin yê dewleta Tirkiyê behsa nifûsa kurdan li bajarekî mîna Stenbolê dike.

Hilbijartinên şaredariyan yên Tirkiyê roja 31 vê mehê tên kirin. Li Stenbolê hevrikiyek tund di navbera AKP û CHPê de heye. Nazmedê AKPê, Bînalî Yildirim e û yê CHPê jî Ekrem Îmamoglu ye.

Basnews
Top