• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Waşingtonê berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê beşdarî ahenga Newrozê bûn

Gulan Media March 27, 2019 Nûçe
Li Waşingtonê berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê beşdarî ahenga Newrozê bûn
Ahenga pîrozkirina cejna Newroz û sersala Kurdî li Waşingtonê îsal cuda ji salên berê hat lidarxistin û merasima îsal a Newrozê li Waşingtonê deng û rengê her çar parçeyên Kurdistanê li xwe girtibû.



Ahenga Newroza îsal a li Waşingtonê ji ber şîna qurbaniyên bûyera Mûsilê, ku bi sedema nuqimbûna belemekê zêdetirî 120 kesan canê xwe ji dest dan, hatibû paşxistin.



Îsal li Waşintonê cejna Newrozê ciyawaz ji salên berê hate pîrozkirin û partî û komeleyên ciyawaz ên ji her çar parçeyên Kurdistanê, merasimeke hevbeş a pîrozbahiyên cejna Newrozê saz kirin.



Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê, Beyan Samî Ebdulrehman derbarê lidarxistina merasima cejna Newroza îsal de ji Rûdawê re ragihand: “Hemû Kurdên ji Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr beşdar bûn di vê merasimê de. Ew komîteya ku (merasimê) birêve dibe jî, ji partiyên hemû parçeyên Krudistanê pêk hatiye. Ew yek cihê kêfxweşiyê ye ku Newroz me hemûyan li hev dicivîne.”



Nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkayê jî di merasima cejna Newrozê ya li Waşingtonê de amade bûn û şahiyên Newrozê û serkevtina gevbeş a Kurd û Amerîkayê bi ser DAIŞê de, merasim geştir kir.



Şêwirmendê Aborî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Mat Amitrano jî dibêje: “Hemû kes bi sedema serkevtina bi ser DAIŞê de ahengan digêrin, demeke gellek giring e niha. Zêdebarî hemû kêşeyan, tevî vê bûyera belemê jî ku li Mûsilê çê bû, hêj li vir xweşî û jiyanî dibînî, ji ber wê jî Newroz pîroz be.”



Şêwirmenda Bilind a Wezareta Derve ya Amerîkayê, Seher Xurîkînanon jî dibêje: “Newroz pîroz. Em çêjê ji xweşiyên li vir dibînin. Êvareke gellek xweş e, semayeke gellek xweşik li vir tê kirin û kultureke gellek xweşik tê nîşandan. Ji hemûyan giringtir jî ev e, ku dibînî xelk tevî ku li Amerîkayê dijîn, lê hêj bi pêwendiyeke bihêz, kultura xwe parastine.”


Rudaw
Top