• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Norveçê ji ber di bin aşûtê de man, 4 kes mirin

Li Norveçê ji ber di bin aşûtê de man, 4 kes mirin

Li bakûrê Norwêcê ji ber sedema di bin aşûtê de man 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, herwaha malek jî ji ber aşûtê ber bi behrê ve şimitî û li wê herêmê gelek rê ji bo çûnûhatinê hatin girtin.

Rayedarên Norwêcê ragehandin roja înê 31ê Adarê li bajarê Tromso yê bakûrê wî walatî 3 caran aşût hatiye xwarê. Rayedaran ragehand di nava wan 4 kesên ku di bin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan de geştiyarekî Slovenyayî û geştiyarekî Îtalyayî jî hebûn û diyar kirin, kesek jî bi giranî birîndar bûye.

Herwaha rayedaran diyar kirin ew herdû kesên geştiyar ên ku jiyana xwe ji dest dan, ji bo kaşvaniyê hatibûn herêmê.

Li gor nûçeya ku di çapemeniya herêmî de cîh girtiye, li herêmê roja şemiyê careke din aşût hatiye xwarê û erd şimitiye.

Ji aliyekî din ve jî rayedarên ewlekariyê diyar kirin ku malek ji ber aşûtê ber bi behrê ve şimitiye û rêyên li wê herêmê ji bo çûnûhatinê hatine girtin.

Polîsê Norwêcê di tora xwe ya civakî Twitterê de daxuyaniyek da û diyar kir, hindek şêniyên ku li hindek herêmên Tromso jiyan dikin, wê ji ber aşûtê werin derxistin.

 

Basnews

Top