Şêx Cehfer: DAIŞ bi dawî nebûye û berdewam çalakiyên leşkerî pêktîne!
Cehferş Şêx Mistefa ji BasNewsê re ragehand, rexistina DAIŞê bi dawî nehatiye û berdewam çalakiyên leşkeri li dijî artêşa Iraqê pêktînin û pir caran êrîş dikin ser hêzên Pêşmerge jî, lê hêza Pêşmerge çalakiyên DAIŞê têkdibe.’’
Herwaha got, rêxistina terorîst a DAIŞê tenê nav bajaran desthilata wan nemaye, lê di cîhên vala de hene û çalakiyên xwe yên leşkeri ranewestandine. Li gel vê jî hêzên Pêşmerge ‘’Di rewşa amadebaşiyê de ne û bersiva DAIŞê didin û rê nade çekdarên DAIŞê çalakiyên xwe yên leşkerî pêkbînin.’’
Basnews
