Tirkiye: 193 girtîgehên nû tên avakirin
Liser pirsnameyek CHP di Parlementoya Tirkiye de, Wezareta Dadê ya Tirkiye di bersiva xwe de destnîşankir, ku projeya avakirina 193 girtîgehên nû li Tirkiye heye û egera vê jî zêdebûna girtiyan e.
Di bersivê de herweha tê ziman, ku bi dîroka roja bersivê de - 17ê Berçile 2018an de li tevayiya Tirkiye 389 girtîgeh hene û ev girtîgeh dikarin 211 hezar 838 girtiyan bigrin.
K24
