Li Pakistanê dema xorak hate belav kirin îzdiham pêkhat: 11 kes mirin
Li bajarê Karaçî ya Pakistanê di kargehekî de ji bo karkeran beleş xwarin û xorak hate belav kirin û îzdîham derket. Hat ragehandin di wê îzdîhamê de 8 jê jin, 3 jê zarok û bi giştî 11 kesan canê xwe ji dest dan, 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya çapemeniya netewî ya Pakistanê, li herêma Site a bajarê Karaçî ya Pakistanê hat ragehandin ku ji bo malbatên karmendan dê bi awayekî beleş û bê pare xorak bê belav kirin.
Hat ragehandin paketên xorak dema hate belav kirin ji ber tevdîrên ewlehiyê nehatine girtin îzdîham pêkhat û 8 jê jin, 3 jê zarok 11 kesan di wê îzdîhamê de jiyana xwe ji dest dan, 6 kesên din jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de polîs 7 kesên ku ew kare birêxistin kirine girtin binçava.
Roja 27ê Adar a borî jî li eyaletên Hayber Pahtunhva û Pencapê jî hikûmetê ar belav kir û dîsa ji ber wê jî îzdîham derket û 2 kes jê jin, bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Basnews
