• Thursday, 19 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Bila bihev re kar bo pêşxistina Kurdistanê bikin

Mesrûr Barzanî: Bila bihev re kar bo pêşxistina Kurdistanê bikin

Peyameke pîrozbayî pêşkêşî Mesîhiyan kir.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî welatiyên Mesîhî kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;

Bi minasebeta cejna Ekîto û sersala nû ya Babilî Aşûrî, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî gelê Keldanî, Aşûrî Siriyanî li Kurdistan û Îraqê de dikim û hêvî dikim sala nû sala aştî, aramî, xweşgozeranî û dawî hatina tevahiya nexweşiyan be.

Yek ji sîmayên geş yên herêma Kurdistanê bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên olî û etnîkî deye, hêvîdarim ev pir rengî û tebahiya ku, heye, zêdetir geşe bike û em hemû bihevre kar bo zêdetir pêşxistina Kurdistanê bikin.

Cejna Ekîto pîroz be û hêvî dikim her sal bi xweşî û şadî vê cejna han derbas bikin.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Top