• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê di peyamekê de pîrozbahî li herdu partiyan kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 31ê Adarê bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê di peyamekê de pîrozbahî li herdu partiyan kir.

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Bi boneya salvegera damezrandina herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê, germtirîn pîrozbahiyê arasteyî sekreter û komîteya navendî û hemû endam û alîgirên Partiya Komunîst a Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.”

Herwiha destnîşan kir: “Herdu Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê, roleke diyar û berçav di bizava siyasî ya Iraq û tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de lîstin û gelek qurbanî dan. Ez hêvîdar im di xebat û têkoşîna xwe de berdewam bin ji bo berevanîkirina mafên rewa yên xelkê Kurdistanê û pêşvebirina kultura demokrasî û firealî û azadiyê li Iraqê.”

 

K24

Top