• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Îranê herî kêm 18 kes canê xwe ji dest dane

Gulan Media March 26, 2019 Nûçe
Li Îranê herî kêm 18 kes canê xwe ji dest dane
Li gor jêderên Îranî di encama barîna baraneke bixor li hin deverên vê welatî zirar û ziyanên canî û madî gelek mezin ber xelkê ketine.

Çapemeniya Îranê belav kir ku jiber lehiya ku duhê bi şev rabûye li çend bajarên Îranê weke Xorasan, Îsfehan, Reşt û Şîrazê lehiyên mezin rabûne.

Di encama wan lehiyan de li gor zaniyariyên destpêkê herî kêm 18 welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke zêde tirimbîl û xaniyên welatiyan jî ber lehiyê ketine û rastî zirarên mezin yên madî hatine.

Top