Li Îranê herî kêm 18 kes canê xwe ji dest dane
Çapemeniya Îranê belav kir ku jiber lehiya ku duhê bi şev rabûye li çend bajarên Îranê weke Xorasan, Îsfehan, Reşt û Şîrazê lehiyên mezin rabûne.
Di encama wan lehiyan de li gor zaniyariyên destpêkê herî kêm 18 welatî canê xwe ji dest dane û hijmareke zêde tirimbîl û xaniyên welatiyan jî ber lehiyê ketine û rastî zirarên mezin yên madî hatine.
