• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Bakurê Kurdistanê eniyeke sêyem rikeberiyê ligel HDP û AK Partiyê dike

Gulan Media March 26, 2019 Nûçe
Li Bakurê Kurdistanê eniyeke sêyem rikeberiyê ligel HDP û AK Partiyê dike
Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31'ê Adarê rikeberiyeke zêde di navbera HDP û AK Partiyê de heye. Herdu alî jî van hilbijartinan weke man û nemanê dibînin. Lê aliyekî sêyemîn heye ku dixwaze dengê wan herdu partiyan ji bo xwe bîne, ew jî namzedên serbixwe ne. Li Amedê 16 li tevahiya bajarên Bakur 75 namzedên serbixwe hene.



Li Bakurê Kurdistanê AK Partî û HDP bi rikaberiyeke zêde hewl didin şikesteke mezin li hev bixin. Ji ber vê yekê jî herdu alî jî van hilbijartinên şaredariyan weke hilbijartinên man û nemanê dibînin.



Hem HDP û hem jî AK Partî hewl didin dengê xwe yê vê carê ji berê gellek zêdetir bikin. Lê li derveyî hesaba herdu aliyan bereyeke sêyemîn jî heye ku weke namzedên serbixwe dikevin hilbijartinê.



Li Amedê bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) namzedên serbixwe hewl didin ku dengê herdu aliyan jî ji xwe re bibin. Ew dibêjin, ne qeyûm û ne barîkat, namzedên neteweperwer û demokrat.



Namzedê Serbixwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Saît Aydogmuş di vê derbrê de ji Rûdawê re radigihîne: “Emê piranî dengê AK Partiyê bistînin. Bi taybetî grûbek heye, ne HDP'î ye lê heta niha dengê xwe daye HDP'ê. Piştî xendekan, piştî 25 salan êdî ew jî dizanin ku projeyeke mezin a HDP'ê tune ye. Ji ber vê yekê em dibêjin qey em ê hinek deng jî ji wan bistînin.”



Li tevahiya bajarên kurdan li Bakurê Kurdistanê 75 namzedên serbixwe hene û ji van 16 namzed li Amedê ne. Ji bo şaredariya mezin jî 5 namzed rikaberiyeke tund dikin. Yek ji van namzedan parlamenterê berê Sebgetullah Seydaoglu ye.

Namzedê Serbixwe yê Şaredariya Amedê, Sebgetullah Seydaglu di daxuyaniyekê de têkildarî namzediya xwe û kesên serbixwe ji Rûdawê re axivî û got: “Em amedî ne. Nasnameya me ye. Çimkî em Kurd in, kurdewarî ne û neteweyî ne. Ji ber vê yekê xelkê Amedê jî ji Seyda hez dikin. Heta niha ez ketibime kîjan hilbijartinê azad bûme û bi ser ketime. Ez bawer im ku dê di 31'ê adarê de jî ez ê bi ser bikevim û gelê me yê Amedê dê gotina xwe ya dawî di sindoqan de bêje.”



Kesên ku alîgirên namzedên serbixwe ne hêviyeke wan a serkeftinê heye lê kesên li derveyî wan bawer nakin ku namzedên serbixwe bi ser bikevin.



Wekatiyê bi navê Vedat Dede dibêjem namzedên serbixwe dê dengê piraniya civakê bi dest bixin.



Hesen Genç jî welatiyekî Amedî ye û dide xuyakirin, ku egera wê çendê heye ku namzedên serbixwe dengê HDPê jî ji xwe re bibin.



Welatiyê bi navê Evdila Baran jî dibêje, HDP û namzedên ser bi vê partiyê ve dê piraniya dengên bajarên Bakurê Kurdistanê bi dest bixin.



Di hilbijartinên şaredariyan ên 2014'an de jî namzedên serbixwe hebûn lê di vê hilbijartinê de hejmara namzedên serbixwe li bajarên kurdan ji sedî 30 zêde bûye.

Rudaw
Top