Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi kesayetên Efrînê re civiya
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Yekeya Piştevaniya Aramiyê civîneke berfireh li ser rewşa bakurê Sûriyê li darxist, di civînê de şandeke rûspiyên Efrînê û Cindirêsê amade bûn.
Di civînê de Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, Wezîrên Berevanî, Hindir, Dadê, Rêveberiya Xwecihî û Xizmetguzariyan, berpirsên serbazî û rêxistinên civaka sivîl amade bûn.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Şanda Nûnerên xelkên Efrîn û Cindirêsê 2 name Hikûmeta Demkî ya Sûriyê, yek ya malbata şehîdên komkujiya Cindirêsê û ya din jî ya xelkê Efrînê giştî bû.
Di civînê de piştî pêşkêşkirina sersaxiyê ji malbata qurbaniyên komkujiya Cindirêsê, wan guh dane gilî û gazin û daxwaziyên xelkê Efrîn û Cindirêsê û rêkftine ku civînên wan berdewam bibin.
Daxwaznameya malbata şehîdan ji 7 xalan pêk hatiye ku têde daxwaza cezakirina tohmetbaran, derxistina malbatên tohmetbaran ji Efrînê û çend xwestekên din., vegerandina kaxezên ku polîsên serbazî bi zorê jinên malbata wan li ser pencemor kirine, û derxistina grûpa Xişam ji herêma Efrînê.
Xelkê Efrînê jî 16 daxwazên wan hebûn, xala herî giring derxistina grûpên çekdar ji bajar û gundan û berdana girtiyan bûye.
Rudaw
