• Thursday, 19 February 2026
logo

Fermandarê Supaya Quds bi serdaneke nehenî gihişte Bexdayê

Gulan Media March 31, 2023 Nûçe
Fermandarê Supaya Quds bi serdaneke nehenî gihişte Bexdayê

Fermandeyê Supaya Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî şeva pêncşemê 30.03.2023an ji bo serdaneke nehenî gihişte Bexdayê.

Medyaya Îraqî ragihand, fermandeyê Supaya Quds a Îranê bi serdaneke nehenî giheşte Bexdayê û biryar e ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîya Sûdanî bicive.

Li gorî medyaya Iraqê, tê çaverêkirin ku Qaanî li gel berpirsên siyasî yên Iraqê bi taybet serokên Hevpeymaniya Çarçoveya Hevrêziyê û fermandarê hêzên çekdar jî bicive.

 

Basnews

Top