• Saturday, 16 May 2026
logo

Trump biryara xwe derbarê Colanê de îmze kir

Gulan Media March 26, 2019 Nûçe
Trump biryara xwe derbarê Colanê de îmze kir
Beriya çend rojan Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kiribû ku dema vê yekê hatiye em bilindahiyên Colanê ku zêdetir ji 56 sale di destê Îsraîlê deye weke axa Îsraîlê binasin.

Ev daxuyaniyên Trump ji aliyê Sûriye û hin welatên derdorê Sûriyeyê ve hatibû rexnekirin lêbelê Trump guhê bi wan rexneyan neda û duhê bi fermî biryarnameya Serokatî yaku bilindahiyên Colanê weke axa Îsraîlê dinase, îmze kir.

Di dema îmze kirina vê biryarnameyê de jî Serokê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî li Koşka Spî amade bû.

Bilindahiyên Colanê devereke mezin ya sinoriye di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de ku dikeve Rojavayê Sûriyeyê û Rojhilatê Îsraîlê.

Top