• Saturday, 16 May 2026
logo

PDK: Emê anîna pêş a ciwanan berdewam bikin!

Gulan Media March 26, 2019 Nûçe
PDK: Emê anîna pêş a ciwanan berdewam bikin!
Endamê rêveberiya PDKê amaje bi wê yekê dike ku dê berdewam anîna pêş a ciwanan bo nav rêzên PDKê de berdewam bikin.

Endamê rêveberiya PDKê Necat Hesen ji BasNewsê re ragehand, Civaka Kurdistanê pir rengî ye û hukim bi wan kesan tê kirin ku şarazayiya wan di karûbarên rêveberiya welat de heye. ‘’Hûn dizanin ew çanda ji şoreşa Îlonê û Gulanê belav bûye, bo naha jî serbilindî ye. Nifşekî zêde şaraza di rêveberiya civakê û organên partiyê de çêbû, ku bê saziyên hikûmetê hebe. Bixwe îradeyek demî ava kiribû, piştî serhildan û raperînê jî nifşekî taybet karî bi awayekî gelek serkeftî û karûbarên rêveberiyê birêve bibe. Naha jî ciwanên baş di nav PDKê de hatine pêş, bi taybet ew ciwanên ku singê xwe didin ber hemû belayan û bêhndirêj bin.’’

Herwaha got, kar kirina ciwanan nav PDKê de wek zarûretekî ye û divê ew nifş agahdarî hemû tiştekî be ku li dijî PDKê tê kirin.

Endamê PDKê giring dibîne ku nifşê berê û nifşê naha têkelî yek bên kirin û tiştên berê bidest ketine, di pêşerojê de ji ciwanan re bê spartin ji ber wê jî proseya anîna pêş a ciwanan nav PDKê de dê her berdewam be.

Basnews
Top