• Saturday, 14 February 2026
logo

Wezîrê Darayî yê Iraqê: Şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be

Gulan Media March 26, 2019 Nûçe
Wezîrê Darayî yê Iraqê: Şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê dê berdewam be
Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Aborî û Darayî û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Dr. Fuad Husên ji Rûdawê re ragihand, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve berdewam e û dê berdewam be jî.



Di rojên bihorî de çend parlamenter û kadroyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, li ser hesabên xwe yên di tora civakî ya Facebookê de hin zanyarî belav kiribûn ku qaşo bi sedema ku Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê nedaye kompanyaya firotina petola Iraqê SOMOyê, Bexda dê mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê qut bike û dê dîsan sîstema paşekewta mûçeyan vegere Herêma Kurdistanê.



Cîgirê Serokwezîrê Iraqê bo Karûbarên Aborî û Darayî û Wezîrê Darayî yê Iraqê, Dr. Fuad Husên li ser vê yekê daxuyanî da Rûdawê.



Dr. Fuad Husên diyar kir, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve berdewam e û dê berdewam be jî.



Fuad Husên got: “Şandina mûçeyên fermanberan di stuyê min de ye û çawan berpirsim ji dayîna mûçeyên fermanberên her bajarekî Iraqê, bi heman awayî berpirsim li hember şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û prose jî dê berdewam be.”



Wezîrê Darayî yê Iraqê tekez kir, şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin û bûye yasa û ew jî weke hikûmetê pabendî cîbicîkirina yasayê ne.



Li gor yasaya bûdceya Iraqê, eger Herêma Kurdistanê mehane 250 hezar bermîlên petrola xwe radestî SOMOyê bike, dê bûdceya Herêma Kurdistanê 10 trîliyon û 844 milyar dînar be, lê belê eger Hewlêr 250 hezar bermîlên petrola xwe radestî SOMOyê neke, wê demê Bexda dê mehane 454 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Kurdistanê û 60 milyar dînar jî ji bo Hêzên Pêşmerge bişîne.



Wezîrê Darayî yê Iraqê herwia hêvî kir ku kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demeke nêzîk de bihê pêkanîn, daku ligel Bexdayê derbarê kêşeyên mayî de dest bi danûstandinan bike.



Fuad Husên tekez jî kir ku tu metirsiyek li ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê tune ye.

Rudaw
Top