• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Edenê sê erdhejên li pey hev çêbûn

Gulan Media March 30, 2023 Nûçe
Li Edenê sê erdhejên li pey hev çêbûn

Li bajarê Edenê yê Tirkiyê 3 erdhejên li pey hev ên bi hêza 3.9, 4.5 û 3.7 pileyên rîxterê çêbûn û  li bajarên derdorê jî hatin hestkirin.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku roja Çareşemê 29ê Adara 2023an di demjmêrên 19:36, 19:47 û 20:07an de 3 erdhejên li pey hev ên bi hêza 3.9, 4.5 û 3.7 pileyên rîxterê li bajarê Edenê çêbûne ku navenda wan li navçeya Saîmbeylî ya wî bajarî bû.

Erdheja yekem bi kûrahiya 13.16, ya duyem li kûrahiya 9.38 kîlometre û ya sêyem jî li kûrahiya 8.11 kîlometrayan çêbûye û ew erdhej li bajarên derdorê jî hatin hestkirin.

Piştî erdhejên li Edenê li navçeya Goksun a Mereşê erdhejeke bi hêza 4,0 pileya rîxterê çêbû.

Ev di demekê de ye erdhehêjên  6ê Sibatê jî li bajarê Edenê bibûn sedema wêrankarî û canjidestdana bi dehan  welatiyan. 

 

Rudaw

Top