• Thursday, 19 February 2026
logo

11 Komkerên dumbelanan ji ber teqîna mînan canê xwe ji dest dan

Gulan Media March 30, 2023 Nûçe
11 Komkerên dumbelanan ji ber teqîna mînan canê xwe ji dest dan

 Li Badiyeya bajarokê Suxne li rojhilatê parêzgeh Himsê li naverasta Sûriyê, 7 term hatin dîtin, piştre diyar bû ku dema dumbelan kom dikirin mîneke vedayî bi wan de teqiya ye û canê xwe ji dest dane.

Welatiyan cesedên 7 sivîlan dîtin, ku di 25ê Adarê de winda bûbûn. Hat diyarkirin ku ji ber teqîna mayîneke bermahiyên şer, dema li biyabana Suxne li dombelanan digeriyan, min bi wan ve teqiyayê tê de canê xwe ji dest dane.

Hevdem li gundê Rewd el-Wehş li rojhilatê Himsê, mîneke vedayî bi 8 komkerên dumbelanan teqiya di encam de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 4ê din birîndar bûn.

Li aliyê din di 27ê Sibatê de li Hemayê di encama teqîna du mînan de 10 kesan jiyan xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov, Li Sûriyê ji destpêka 2023an û heta niha 100 kes di nav wan de 8 jin û 25 zarok ji ber teqîna mînên vedayî cane xwe ji dest dane, piraniya wan jî di dema dumbelan kom dikirin mîn bi wan de teqiya ne.

DAIŞê çend bajarok û gund li gundewarê rojhilatê Hemayê kontrol kirin, berî ku di sala 2017an de ji wê derê were derxistin.

Roja 11ê vê mehê 53 welatî ku ji bo çinîna dombelanan çûbûn biyabana bajarokê Sixne yê Himsê di êrîşeke DAIŞê de hatibûn kuştin.

 

Rudaw

Top