Rêxistina Lêborîna Navdewletî bi dehan dosyayên gendeliyê li Iraqê eşkere kirin
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) gelek binpêkirinên mafên mirovan li Iraqê bi belge kirine
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe ya dawî de ku roja Sêşemê (28ê Adara 2023) hat weşandin, gelek binpêkirinên mafên mirovan li Iraqê li ser dozên dadgehan, penaberan, azadiya derbirînê û mafê kombûnê, şert û mercên zindanê, binpêkirina mafên jinan û jîngehê belgeh kirin.
Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir ku hewl û mekanîzmayên hikûmeta Iraqê bo parastina mafên mirovan di asteke nizim de ne û nikarin pêşiya binpêkirinan bigirin, bi taybetî li navenda Iraqê, grûpên çekdar çend binpêkirinan li dijî rojnamevanan dikin û çalakvanên civaka sivîl û dezgehên ewlekarî zordest in.
Amnestyê got: "Dadgehên Îraqî biryarên ne dadperwerane didin, ev yek pir nîgeran e."
Herwiha balkişand li ser rewşa wan penaberan ku heta niha derfet nedîtine vegerin warên xwe û grûpên çekdar çend navçe û cihên penaberan girtine û rêgiriyê li pêşiya vegera wan kirine.
Rapora Amnesty International dibêje jîngeha Iraqê ji ber vîrusa koronayê, gendelî û nebûna xizmetguzariyên parastina jîngehê li ber têkçûnê ye.
Basnews
