Berdevkê CHPê: Tirkiye dê çiqas qerebûyê bide Iraqê
Berdevkê Partiya Gel a Komarî (CHP) Faîk Oztrak derbarê îdiayên ku Tirkiye dê ji ber girêbesta Petrolê ya ligel Herêma Kurdistanê 1.4 milyar dolar qerebûyê bide Tirkiyê, karvedan nîşanî Wezîrê Enerjî û çavakaniyên xwezayî yên Tirkiyê da û got: “Tirkiye dê çiqas qerebûyê bide Iraqê? Iraq dê çiqas qerebûyê werbigire. Wezareta Enerjiyê çima van amaran ji gel vedişêre?”
Berdevkê CHPê û Cîgirê Serokê Giştî yê wê partiyê Faîk Oztrak, roja Çarşemê 29ê Adara 2023an piştî civîna Encûmena Rêveberiya Navendî ya Partiya xwe civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de axivî.
Oztrak derbarê îdiayên ku Tirkiye dê ji ber girêbesta Petrolê ya ligel Herêma Kurdistanê 1.4 milyar dolar qerebûyê bide Tirkiyê karvedan nîşanî Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yên Tirkiyê Fatîh Donmez nîşan da û jê daxwaz kir ku asta qerebûya ku Tirkiye bide Iraqê û Iraq jî bide Tirkiyê eşkere bike.
Berdevkê CHPê got: “Kê destûr daye ku petrola Bakurê Iraqê ji derveyî destûrê Iraqê bigihe bazarên cîhanê? Ev mijar zû an dereng dê eşkere bibin. Me hertim gotiye ku aliyeke xweşik yê eşkerebûna rastiyan heye?”
Çi bibû?
Wezareta Petrolê ya Iraqê, ragihandibû ku wan doza li Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya derbarê peymana beriya 9 salan a hinardekirina petrolê ya bi rêya Boriya Petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de qezenckiriye.
Wezareta navborî ya Iraqê ragihandibû ku ew pêşwaziyê li biryara Dadgeha Navbeynkar a Odeya Bazirganiya Navdewletî (ICC) dikin.
Hatibû ragihandin ku dadgeha navborî biryar daye ku Tirkiye di navbera salên 2014-2018an de bo dema 4 sala 1.4 milyar dolar qerebûyê bide Tirkiyê.
Piştî biryarê hinardeya petrolê ji Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.
Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê roja Çarşemê 29ê Adara 2023an ragihand di navbera Tirkiye û Iraqê de li Navenda Tehkîmê ya Odeya Bazirganiyê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye, rûniştina dozê hat kirin, di rûniştinê de ji pênc daxwazên Iraqê çar daxwaz hatin redkirin, piraniya daxwazên Tirkiyê jî hatin qebûlkirin û biryar hat dayîn ku Iraq qerebûyê bide Tirkiyê. Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez herwiha red jî kiribû ku 1,4 milyar dolar ceza li welatî wî hatibe birrîn.
Rudaw
