Înce derbarê vekişîna xwe ji berbijêriyê: Na min tiştek wiha negotiye
Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce piştî civîna ligel Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu li ser pirsa “hûn dê ji berbijêriyê vekişin got: “:”Nexêr min tişteke wiha negotiye.”
Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, roja Çarşemê di demjimêr 18.00an de bi armanca ku di berjewendiya wî de ji berbijêriya postê Serokkomariyê vekişe û piştevaniya wî bike, serdana Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muhhraem Înce kir.
Serokên herdû partiyan li navenda Partiya Memleket civiyan û piştî civînê Kiliçdaroglu û Înce civîneke hevbeş a çapemeniyê saz kirin ku tîma Rûdawê jî li wî derê amade bû.
Kemal Kiliçdaroglu bêyî ku amaje bi rêkeftineke ligel Muharrem Înce bide got: “Berî hemû tiştekê me li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên piştî qonaxa erdehejê gotûbêj kirin. Em paketeke taybet a yasayî bo pirsa erdhejê amade dikin û piştî wergirtina desthilatê pêşkêşî parlamentoyê dikin.”
Kiliçdaroglu herwiha got: “Em dê berdewam bin li ser berfirehkirina sifreya xwe hevbeşiyê û dibin deng û rengê hemû aliyên cuda. Çareserkirina pirsgirêkên wan jî dê bibe erkê min û Muharrem Înce.”
Li beramber de Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce jî got: “Dibe ku di siyasetê de hevpeymanî û hevahengîkirin hebin lê gelek girîng e ku hevpeymanîkirin ne bo berjewendiyan be. Girîng e ku li ser binema û prensîban bin. Prensîbên me jî zelal û eşkere ne. Mijara Ataturk ne cihê nîqaşê ye. Em li hember terorê bi mesafe ne û ji vê helwêsta xwe ti tavîzekê nadin. Divê ev Erdogan biçe. Ev Erdogan westiyayî ye û baweriya wî bi zanist, eql û hiquqê nîne.”
Li ser pirsa “hûn dê ji berbijêriyê vekişîn” jî Muharrem Înce got:”Nexêr min tişteke wiha negotiye. Em weke Koroglu şer dikin. PKKyî û FETOyiyên qaçax ji çep û rast guleyan li me dibarînin. Em jî dê weke Koroglu li ser şerkirina li hember wan berdewam bin.”
Niha li Tirkiyê 4 berbijêrên postê Serokomariyê hene. Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayîp Erdogan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, berbijêrê Partiya Memleket Muharrem Înce û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sînan Ogan.
Muhharem Înce piştî ku di hilbijartinên dawî de bo postê Serokkomariyê biserneket ji CHPê cuda bû û Partiya Memleket damezrand. Vê carê berbijêrrbûna wî bo postê Serokkomariyê berpirsên CHPê nîgeran kirine û di wê bawerê de ne ku piraniya kesên deng didin Muharrem Înce CHPyî ne.
Niha jî hewil didin Muharrem Înce razî bikin ku berbijêriya xwe di berjwendiya Kemal Kiliçdaroglu, paşdebikişîne daku di xula yekem a hilbijartinan de biserbikeve. Lê Kiliçdaroglu li ser vê mijarê di vê serdana xwe de dest vala vegeriya. Roja 31ê Adara 2023an jî lîsteya teqez a bebijêrên Serokkomariyê di Rojnameya Fermî de tê belav kirin, eger Muhharem Înce heta 30ê Adara 2023an dawiya dewama fermî ji berbijêriyê venekişe dê navê wî di pusileyên dengdana 14ê Gulanê de bo berbijêrê postê Serokkomariyê cih bigire.
Rudaw
