• Thursday, 19 February 2026
logo

Ciwaneke din yê Kurd hate kuştin

Gulan Media March 29, 2023 Nûçe
Ciwaneke    din yê Kurd hate kuştin

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê roja duşemê (du roj beriya niha) li bajarê Kirmaşanê hêzên rejîma Îranê bi êrîşeke raste rast ciwanekî din yê Kurd qetil kirine.

Hengawê diyar kiriye ku, ciwanê Kurd yê bi navê Azad Rezayî temen 25 sal ku, Kurdê Yarsane, li taxa nîyayîş ya li Kirmaşanê bi êrîşa rast rast ya çekdarên rejîma Îranê hatiye kuştin.

Malbeta ciwanê kuştî jî qala vê yekê dikin ku, çekdarên rejîma Îranê ji pişteve gule li ser tirimbîla wî reşandine û wî kuştine.

Weke tê zanîn roja şemî jî li Baneyê ciwanekî din yê Kurd bi heman awayî hatibû kuştin.

 

 

Top