• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Erzînganê bahoz: Banê xaniyan firiyan

Gulan Media March 29, 2023 Nûçe
Li Erzînganê bahoz: Banê xaniyan firiyan

 Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber bayê zêde bahoz çêbû û di encam de banê gelek xaniyan firiyan.

Îro 29ê Adarê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran û şilope dibare û egera rabûna lehiyê û ba û bahozê heye.

Li Erzînganê bahoz çêbû û di encam de banê gelek xaniyan firiyan. Ji ber banên ku firiyan li hinek herêman çûn û hatina trafîkê hat rawestandin. Herwiha mînareya mizgeftekê hilweşiya û banê Dibistana Navîn a Erzînganê jî firiya û bi ser otombîlekê de ket.

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku li parêzgehên Bêdlîs, Şirnex, Colemêrg, Dîlok, Kilîs û Semsûrê baraneke zêde dibare. Herwiha bo egera rabûna lehiyê, lêdana birûskan, barîna teyrokê, ba û bahozê hişyarî hatiye dayîn û ji welatiyan daxwaz kirine ku tedbîrên xwe werbigrin. Li hinek parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî egera tozbarînê heye.

 

Rudaw

Top