Dr. Şaxewan Ebdula biryarekî Rakan Seîd Cibûrî ya ji kar dûrxistina 47 fermanbarên kurd hilweşand
Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula biryarekî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Seîd Cibûrî ya ji bo kar dûrxistina 47 fermanberên kur dli şaredariya Kerkûkê hilweşand.
Piştî parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Seîd bi nivîsa hejmara 5506 a roja 02.03.2023yê ve hewlda 47 fermanberên kur dli fermangeha şaredariya Kerkûkê ji kar dûrbixe û dawî bi fermanberiya wan bîne, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdula çend roj piştî wê ji wezareta avadaniya hikûmeta Federal a Iraqê fermana berdewamiya fermanberiya wan fermanberan derxist.
Bi wî awayî bi rêya wê fermana Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ve, 47 fermanberên kurd di cîhê xwe de dimînin û ji bo xizmeta hemwelatiyên bajarê Kerkûkê dê berdewam bikin.
K24
