• Thursday, 19 February 2026
logo

Dadgeha Tehkîm a Parîsê: Mafê Kurdistanê yê depokirinê û bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye

Gulan Media March 29, 2023 Nûçe
Dadgeha Tehkîm a Parîsê: Mafê Kurdistanê yê depokirinê û bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye

Li gor naveroka biryara Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê, mafê Kurdistanê yê depokirinê û bikaranîna boriya petrolê bo Bendera Ceyhanê heye û tenê di barkirina petrolê bo gemiyên de li Ceyhanê binpêkarî kiriye.

Malpera Middle East Eye ji zarê çavkaniyekê ve derbarê biryara Dadgeha Tehkîm a Parîsê de ragihandiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşek e ji hikûmeta Iraqê, lewra Tirkiye şaş nebûye ku li gor talîmatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê petrol depo kiriye û veguhastiye.

Şeva Pêncşema heftiya bihorî 23ê Adara 2023, Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navneteweyî ya Parîsê li ser giliya Iraqê û piştî çend salan biryara xwe ya derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê re aşkere kir.

Dadgehê Tirkiye û Iraqê ji biryara xwe agahdar kirin û demjimêr 12:00 roja Înê 24ê Adara 2023an Tirkiyê wek cîbicîkirina biryara dadgehê, hinartin petrola Herêma Kurdistanê rawestand.

Piştî biryara Dadgeha Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê ya derbarê hinartin û firotina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyê, ji roja Înê 24ê Adara 2023an ve hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan a Tirkiyê ve hatiye rawestandin.

Tê nûkirin…

 

Rudaw

Top