• Saturday, 14 February 2026
logo

Ji ber baranê li çend deverên Başûrê Kurdistanê lehî rabû

Gulan Media March 25, 2019 Nûçe
Ji ber baranê li çend deverên Başûrê Kurdistanê lehî rabû
Ji duh yekşemê ve pêleke bihêz a baranê berê xwe daye Herêma Kurdistanê, ji ber barana zêde li beşek ji deverên Kurdistanê lehî rabû.

Berdevkê Berevaniya Şaristanî ya Silêmaniyê Rêkan Cemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Di encama wê barana zêde de av ketiye nav malên li du taxên bajêr. Li taxên Raperîn û Qulereysî tîmên me çûne hawara wan malan.”



Rêkan Cemal herwiha eşkere kir ku ji ber baranê li çend cadeyan asta avê bilind bûye û got: “Bi alîkariya tîmên şarevanî, em bi çareserkirina wê pirsgirêkê re mijûl in.”

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê Şiwan Ebdulqadir li ser vê mijarê diyar kir: “Tenê li taxên Seydawa û Gilkend lehî rabûye.


Lehiyê astenga hatûçûnê di navbera Silêmanî û Hewlêrê de çêkiriye



Lehiyê astenga hatûçûnê li ser rêya navbera Silêmanî û Hewlêrê çêkiriye. Qeymeqamê Navçeya Dukanê Şaho Usman ragihand: “Ji bo gihiştina hawara xelkê, me hemû hêzên xwe li nav Dûkanê û li her pênc bajarokên wê, xistine rewşa amadebaşiyê.”

Şaho Usman herwiha diyar kir: “Di encama barana zêde de ku li navçeya me bariya, astenga hatûçûnê li ser rêya sereke ya Silêmanî û Hewlêrê çêbûye. Me Şarevaniya Bajarokê Pîremegrûn erkdar kiriye ku dest bi paqijkirina rêyan bikin, daku hatûçûna li ser wê rêya sereke asayî bibe.”

Li Dûkan, Kelar û Derbendîxan deriyên dibistanan hatine girtin


Qeymeqamê Derbendîxanê Nasih Mela Hesen ji Rûdawê re ragihand: “Ji ber barana zêde, bi neçarî me dewama navendên perwerdeyê da sekinandin. Li çendîn cihan astengiya hatûçûnê çêbûye, bi taybetî li ber tunelê ku ji ber barana zêde cihekî biçûk a çiya hilweşiyaye û cade hatiye girtin, tîmên şarevaniyê bi paqijkirina rêyan mijûl in.”



Rudaw
Top