Rêdûr Xelîl: Serkeftina dijî DAIŞê serkeftina kurdan e
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê Adarê li Baxozê di rêwresmekê de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandibû. Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li derbarê vê serkeftinê de ji K24ê re got, ji bo têkbirina şanên nivistî yên DAIŞê, karekî demdirêj pêwîst e, di qonaxa duyemîn de dê bi Hevpeymaniya Navdewletî re ew operasyon bê kirin.
Herwiha Xelîl Got: “Me tevaya hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê vexwend rêwresma têkbirina DAIŞê û di nav wan de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) lê ew amade nebûn.” Di merasîma têkbirina DAIŞê de sirûda niştimanî “Ey Reqîb”
Basnews
