• Saturday, 14 February 2026
logo

Rêdûr Xelîl: Serkeftina dijî DAIŞê serkeftina kurdan e

Gulan Media March 25, 2019 Nûçe
Rêdûr Xelîl: Serkeftina dijî DAIŞê serkeftina kurdan e
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ragihand, Serkeftina li dijî DAIŞê serkeftina hemû gelê kurd e û tolhildana Kobanî û Şingalê ye.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) roja 23ê Adarê li Baxozê di rêwresmekê de serkeftina bi ser DAIŞê de ragihandibû. Berpirsê Têkiliyên Derve yê HSDê Rêdûr Xelîl li derbarê vê serkeftinê de ji K24ê re got, ji bo têkbirina şanên nivistî yên DAIŞê, karekî demdirêj pêwîst e, di qonaxa duyemîn de dê bi Hevpeymaniya Navdewletî re ew operasyon bê kirin.

Herwiha Xelîl Got: “Me tevaya hêzên siyasî li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê vexwend rêwresma têkbirina DAIŞê û di nav wan de Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) lê ew amade nebûn.” Di merasîma têkbirina DAIŞê de sirûda niştimanî “Ey Reqîb”

Basnews
Top