• Thursday, 19 February 2026
logo

Di hilbijartinên 14ê Gulanê de girîngiya dengên Kurdan

Gulan Media March 28, 2023 Nûçe
Di hilbijartinên 14ê Gulanê de girîngiya dengên Kurdan

Hilbijartinên 14ê Gulana 2023an ji aliyê hemû partiyan ve wekî qonaxeke girîng tê nirxandin. Siyasetmedarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) dibêjin; ji bo berdewamiya reform û gavên demokratîk divê bi taybetî Kurd dîsa dengên xwe bidin AK Partî û Erdogan. Partiyên Kurdistanî jî dibêjin; AK Partî ji reform û demorkasiyê dûr ketiye û ji bo ku Tirkiye dîsa bibe welatekî demokratîk ew dê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 14ê Gulanê de dê hilbijartinên parlemento û serokomariyê bi hev re bêne kirin. Li gorî nirxandina siyasetmedar, şirovekarên siyasî û lêkolîneran ev her du hilbijartin jî ji aliyê hem desthilatdariyê ve hem jî opozîsyonê ve wekî hilbijartinên dîrokî têne nirxandin.

Siyasetmedarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) dibêjin; wan dawî li polîtîkayên red û înkarkirina kurdan anîn û ji bo berdewamiya reform, gavên demokratîk û razemeniyan divê Kurd piştgiriya AK Partiyê bikin.

Cîgirê Serokê Rêxistina AK Partiyê li Diyarbekirê Hesen Dogan ji K24ê re ragihand: “Ji bo kurdan jî, ji bo tirkan jî û ji bo umetê jî ev hilbijartineke gelek mezin e. AK Partiyê dawî li înkar û asimilasyona kurdan anî, xizmetên ku li Edîrneyê dike li Colemêrgê jî dike. Ferq û cudahiyê naxe nav welatiyan de, ji ber vê yekê dê kurd dengên xwe bidin AK Partiyê.”

AK Partî, kampanyaya hilbijartinê li ser gavên ku di mijara demokratîkbûna Tirkiye û razemeniyan de avêtine birêve dibe û ji bo pênc salên din ji dengdêran daxwaza piştgiriyê dike. Lê partiyên opûzîsyona Tirkiye û partiyên kurd jî rexneyan li AK Partiyê dikin ku dibêjin; di van salên dawiyê de Tirkiye ji demokrasiyê dûr ketiye û abûrî têk çûye.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî radigihîne ku ew dê di hilbijartinê de ne piştgiriya Hevpeymana Milet; lê belê piştgiriya Kemal Kiliçdaroglu bikin û dibêjin; bi serokomariya Kiliçdaroglu dê rêya nîqaşkirina pirsgirêka kurd jî vebe.

Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel ji K24ê re ragihand: “Îdîaya me ew e ku dê guhertina pergalê bixwe re nermahiyekê jî bîne. Ji ber vê yek  pêwîst nake ku opûzîsyon tiştekê jî bike. Dema ku opûzîsyon bibe desthilatdar û destê ji xwe ji daraz û dadweriyê bikişîne dê nermahiyek çêbibe. Heger dawiyê li operasyonan bîne dê nermahiyek çêbibe. Heger dawiyê li zext û girtinan bîne dê nermahiyek çêbibe. Ji van zêdetir tu hêviyeke me yê mezin nîne.” 

Aliyên AK Partiyê dibêjin, wan Tirkiye bi her awayî guherand, dawî li polîtîkayên red û înkarkirina kurdan anîn, gavên demokratîk avêtin û Tirkiye kirin welateke demokratîk û dewlemend.  Aliyên opûzîsyonê jî dibêjin; kurd û zimanê kurdî hê jî tê redkirin, ji ber polîtîkayên hişk, welat ji demokrasiyê dûr ket û ji bilî aliyên nêzîkî desthilatdariyê aliyên din ên civakê xizan bû. Rewş ev e; gelo dê baweriya dengdêran bi kîjan alî bê? Bersiva vê pirse di 14ê Gulanê de ji aliyê gel ve bê dayîn.

 

K24

Top