• Thursday, 19 February 2026
logo

Tirkiyê ji ber xelatkirina fermandarên YPGê bertek da Fransayê

Gulan Media March 28, 2023 Nûçe
Tirkiyê ji ber xelatkirina fermandarên YPGê bertek da Fransayê

Wezareta Derveya ya Tirkiyê bangî balyozê Fransa yê li Enqereyê Herve Magro kiriye û ji bo xelatkirina fermandarên YPG û YPJê nerazîbûnên xwe jê re ragihandine û ev kiryar şermezar kirine.

Wezareta Derveya Tirkiyê 27ê Adarê 2023ê bangî balyozê Fransa yê li Enqere kiriye û ji ber wî welatî madalyaya rûmetê dane fermandarên YPGê û YPJê û senatoya Ransa pêşwazî li fermandarên YPG û rêveberên rêveberiya xweser kirine nerazîbûna xwe anîne ziman û ji wî re gotine ew wê yekê qebûl nakin û gotine wan ew kiryar şermezar kirine.

Wek Amerîka û Brîtanyayê îsal Senatoya Fransayê jî resepsiyona Newrozê hat lidarxistin û tê de madalyaya rûmetê dan fermandarên YPGê.

Di resepsiyona ku gelek kesayet û hunermendên Kurd hatibûn vexwendin senator û siyasetmedarên Fransî jî beşdar bûn.

Di nav mêvanên resepsiyona Newrozê de yên ku hatibûn vexwendin de fermandarên YPG û YPJê jî hebûn.

Di resepsiyona ku ji aliyê Yekîtiya Karsazên Kurd-Fransî (UEFK) ve hate organîzekirin de, madalyaya rûmetê bo berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed û Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd hatin dayîn.

Li aliyê din şandeke serbazî û dîplomasî ji YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser li Parîsê serdana Encûmena Pîran (Senatoya) Fransayê kirin û bi Cîgirê serokê Senatoya a Fransayê Pierre Laurent re civiyan.

 

Rudaw

Top