• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Efrînê rêkxistinên Qeterî, Kuweytî û Filestînî komelgehên niştecîbûnê ava dikin

Gulan Media March 28, 2023 Nûçe
Li Efrînê rêkxistinên Qeterî, Kuweytî û Filestînî komelgehên niştecîbûnê ava dikin

Dema 5 salan e ku  komelgehên niştecîbunê li Erfrînê tên çêkirin. Xelkê herêma Efrînê û siyasetmedar dibêjin, armanc ji çêkirina van komelgehan, guhertina demografiya navçê ye, ku hem dest datînin ser mal û milkên Kurdan, hem jî bo Erebên ku anîne navçeyê xanî û cihên niştecî bunê çê dikin.

Herêma Efrînê Tirkiyê bi operasiyona Çiqilê Xeytunê dagîr kir û da destê girupên tundrewên çekdar û tevî rêxistin, sazî û komeleyên Qeterî û Kuweytî, hinek rêxistin û komeleyên Filestînî jî di proseya çêkirina  komelgehên niştecîbunê ji bo Erebên hawirde de beşdar in, ku heta niha zêdtir ji 48 komelgeh hatine avakirin.

Proseya avakirina mêtingehên niştecîbûnê li Herêma Efrînê ji 5 slaan ve berdewam e.

Bi gotina siyasetmedar û xelkên Efrînê, armanca sereke ji wê yekê, pêkanîna guherîna demografî ye, ku hevdem li kêleka destdanîna ser mal û milkên Kurdan, komelgehên niştecîbûnê ji bo Erebên hawirdekirî têne damezrandin.

Di heman demê de jî guşar û kiryarên tund û sîstematîk, Kurdên resen ên nişteciyên wê deverê neçarî koçberbûnê dibin.

Çalakvan ji Efrînê Hozan Robar ji Rûdawê re dibêje, pêwîst e Civaka Navdewletî rê li ber vê proseyê bigire û Kurdên Efrînê bêne vegerandin bo cih û warên xwe.

Tevî rêxistin, sazî û komeleyên Qeterî û Kuweytî, hin rêxistin û komeleyên Filestînî jî di wê proseyê de beşdar in, ku heta niha bêhtir ji 48 mêtingehan hatine avakirin.

Siyasetmedarekî Filestînî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re dibêje, ew proseyê red dikin û dibînin ku helwesta hikûmeta Filestînê li dijî wê yekê ye, ku mêtingeh bi vî awayî bêhe dirustkirin.

Nivîskar û siyasetmedar ji Filestînê Usama Murteca got: “Hêj em tiştê ku linav zeviyên Sûriyê dibe, dişopînin, weke destêwerdana hin saziyên Filestînî, dikarûbarên Sûrî de, bi taybetî li Herêma Efrînê. Daxuyaniyeke Wezareta Derve yaFilestînê hebû, çi destêwerdanek be red dike, eger ji dewleta Filestînê be, yanji çi sazî yan kesayetiyeke Filestînî be, di karûbarên Sûriyê de yan karûbarêndewletên derdora Filestînê, êdî em jî piştgiriya vê helwestê  dikin, û çi destêwerdan be red dikin, ûrêzgirtinê ji serwriya dewletan re li ser zeviyên wan, dikin, li hemû navçeyênwan, bi taybetî li Herêma Efrînê ku tijî koçberên  navçeyên din in ji Sûriyê hatine wê derê.”

Bi sedema operasyona Tirkiyê ya bi navê (Çiqlê Zeytûnê) 20ê Çileya 2018yan, herwiha dagîrkirina wê herêmê bi giştî, piştî kontrolkirina bajarê Efrînê 18yê Adara heman salê, bêhtir ji 300 hezar Kurdên nişteciyên resen ên wê herêmê, li jêr guşara hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê, hatin koçberkirin û derbiderkirin û grûpên çekdar mal û milkên wan jî talan kirin.

 

Rudaw

Top