• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Vê helwestên me dijî Îranê tundtir bibin

Gulan Media March 28, 2023 Nûçe
Amerîka: Vê helwestên me dijî Îranê tundtir bibin

Dibêje Amerîka hebûna xwe li Sûriyeyê kêm nake.

Êrîşên çekdarên Îranî yên li Sûriyeyê bo ser hêzên Amerîkî û êrîşên Amerîkiyan jî li dijî wan hêzan li Sûriyeyê didomin.

Li hember gefên Îranê ku, gotibû eger Amerîka êrîşên xwe bidomîne vê emê êrîşên xwe zêdetir bikin, Amerîka jî gefa vê yek kir ku, vê helwestên Amerîkî li dijî çekdarên Îranî li Sûriyeyê tundtir bibin.

Di vê derbarê de Qordînatorê karûbarên steratejîkî ya asayîşa nîştimaniya Amerîkayê John Kirby diyar kiriye ku, ji niha û şûnda helwestên Amerîkayê li dijî hêz û çekdarên Îranî li Sûriyeyê dijwartir dibin û Amerîka bi ti awayî hebûna xwe û hêzên xwe li Sûriyeyê kêm nake.

Top