• Thursday, 19 February 2026
logo

Bi du rêyan Îraq bi Tirkiyeyê ve tê girêdan

Gulan Media March 28, 2023 Nûçe
Bi du rêyan Îraq bi Tirkiyeyê ve tê girêdan

Otoban û xeteke şemendeferê tê çê kirin.

Wezareta veguhastinê ya Îraqê ragihandiye ku, amadekariyên cîhbicîh kirina projeya girêdana bendera Faw ya Îraqê bi Tirkiye û Ewrûpayê berdewamin û biryare bo zêdetir kirina liv û tevgerên bazirganî û veguhastinê di navbera Îraq û Tirkiye û Îraq û Ewrûpayê de, bendera Faw ya Îraqê hem bi rêya cadeya bejahî û him jî bi rêya xeteke şemendeferê bi Tirkiyeyê ve were girêdan.

Li gor daxuyaniya han, niha hikûmeta Îraqê mişxûlî diyarî kirina mesîra otoban û wan cîhane ku, xeta şemendeferê di nava wan re derbas dibe.

Xeta şemendeferê hem bo veguhastina rêwîngan û xeteke din jî bo veguhastina pêdivî û kelûpelên bazirganiye.

Top