Firat: Sîstema serokomariyê ji Kurdan re ti rehetî çênekir
Berbijêrê HDPê yê ji bo şaredariya navçeya Keçîoren a Enqerê Diyadîn Firat beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû li ser hevpeymaniya HDPê li gel CHPê ji bo hilbijartinên 31ê Adarê stratejîk e û got: “Sîstema serokomarî ji Kurdan re ti rehetî çênekir, jiyana Kurdan her roj kire nav tengasiyê, ev hat asta refeandumê, erê gotin em şaredariyan hildibijêrin, lê ji wê astê derket û ket asteke 'beqa', meseleya beqayê anîn holê, yanî mijara beqayê Tirkiyê heye, ev jî derew e, ne rast e. Derdora Tirkiyê dijmin kî ne ku te meseleya beqayê aniye?”
Li ser pirsa "gelo baweriya we heye ku CHP sozên xwe yên dane we bîne cih?", Diyadîn Firat eşkere kir: “1ê Nîsanê eger ev sê bajarên mezin, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Edene, Mêrsîn ji destê cebheya Cumhur derbikeve, ew ê rûnin û hesab û muhasebeya xwe bikin, gelo ev du salan karên ku min ew kirin, siyaseta ku min kir, tiştên ku min kirin baş bûn yan nebaş bûn. Gelek kes nerazî ne, lê metirsî heye, tehdîd heye, tacîz heye.”
Diyadîn Firat herwiha diyar kir: “Kurd li Tirkiyê entegre bûne, entegreyî hevdû bûne Tirk û Kurd li bajaran, di xebatan de, di sazî û bazirganî de gelek entegre bûye, meriv hewce nake wan ji hev veqetîne. Lê ji vî serokomarî jî nerazî ne.”
Rudaw
