‘Eger rewşa Kerkûkê asayî nebe em rê nadin hilbijartin pêk were’
Biryar wa ye di meha mijdarê ya 2019an hilbijartina encûmenên Iraqê pêk were. Herwiha tê çaverêkirin hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê jî birêvebiçe.
Parlementerê berê yê Kerkûkê li Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdulla ji BasNewsê ra aşkere kir ew hewl didin heta hilbijartinên parêzgehan birêve biçin rewşa Kerkûkê asayî bikin.
Herwiha Ebdulla got heger rewşa Kerkûkê asayî nebe û Kerkûk aram nebe bi ti awayî ew rê nadin hilbijartin li parêzgeha Kerkûkê pêk were.
16ê Cotmeha 2017an milîsên Heşdî Şabî ligel gurubeke xiyanetkar a YNKê Kerkûk dagir kirin û heta aniha jî rewşa emnî û siyasî li Kerkûkê ne asayî ye.
Basnews
