Zêdetir ji 1500 xanî herifîne
Li gor daxuyaniyên rayedarên eyaleta Xorasanê di encama lehiyê de zirarên gelek mezin bi çend gundên vê eyaletê ketine.
Di vê derbarê de birêveberê qirîzan a ser bi parêzgariya eyaleta Xorasana Bakûr Cewad Nezerî diyar kiriye ku di encama lehiyê de hezar û 695 xanî herifîne û herwiha 471 ser sewalên şêniyan jî mirar bûne.
Nav hatî diyar kiriye ku zêdetir ji 3 hezar û 100 miliyar riyal( pereyên îranê) zirar bi jêrxana deverê ketiye.
