• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û bi xwîn û rondikan tê parastin

Gulan Media March 26, 2023 Nûçe
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û bi xwîn û rondikan tê parastin

Baregha Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand, Herêma Kurdistana Iraqê ne kartonî e, ew berhema xwîna bi hezaran şehîdan û hêsirên bi hezaran dayîkên şehîdan e.

Baregeha Serok Barzanî îro 26ê Adara 2023an di daxuyaniyekê de got: Derbarê şiroveyên bêbingeh ên ku Herêma Kurdistanê bi kartonî binav dikin, ji hemû aliyan re radigihînin ku Herêma Kurdistana Iraqê ne kartonî ye.”

Di daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, “Herêma Kurdistanê berhema xwîna bi hezaran şehîdan û rondikên bi hezaran dayikên şehîdan e û bi xwîn û rondikên gelê me hatiye avakirin û bi wê xwîn û rondikên çavan tê parastin.”

 

K24

Top