Li Amerîkayê 26 kesan canê xwe ji dest da
Jiber bahoz û xortûman canê xwe ji dest dane.
Li gor çapemeniya Amerîkayê jiber ev bahoz û xortûmên ku, li eyaletên Başûrê Amerîkayê çê bûne 26 kesan canê xwe ji dest dane.
Çapemeniya Amerîkayê diyar kiriye ku, li eyaleta Mississippi 25 û li Alabamayê jî 1 bi giştî 26 kes canê xwe ji dest dane.
Herwiha hate zanîn ku, jiber bahozên bihêz gelek bajarok jî rastî zirarên gelek mezin yên madî hatine.
