Rêbaz Hemlan: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê îro bi hev re axivîn
Cîgirê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, îro çend demjimêran Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mehmed Şiya Sûdanî bi rêya onlayn axivîne.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo Karûbarên Darayî û Aborî Rêbaz Hemlan roja şemiyê (25.03.2023) ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî çend demjimêran li ser înternetê biryara dadgeha Fransa gotûbêj kirin û li ser tevayî gotûbêj kirin.
Hemlan wiha got: “Lihevkirineke baş di navbera her du aliyan de heye û emê bi Bexdayê re bigihin çareseriyeke guncaw.
Rêbaz Hemlan ragihand, roja yekşemê 26.03.2023, dê şandeka Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ligel şanda Wezareta Nefta Iraqê bicive û Wezareta Nefta Iraqê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye biryara dadgeha Fransa ti encameke neyînî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê nake, ji ber ku têgihîştina hevbeş di navbera her du aliyan de heye. Her wiha li gel aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê û Iraqê li gel Tirkiyê jî hemahengî heye.
Basnews
