Li Stenbolê Newroz hat pîrozkirin
Bi pêşengiya HDPê û beşdarkirina çend rêxistin û partiyên siyasî li Qada Pazarê ya Bakirkoy a Stenbolê bi diruşmeya “Teqez em dê bi ser bikevin, tecridê bişkînin" Newroz hat pîrozkirin.
Li Newroza Stenbolê peyamek hevpar hat dayîn û teksta hevbar a ku ji aliyê Komîteya Amadekar a Newrozê ve hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Metna kurdî endama Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Zîndanan re Nuran Ugur xwend.
Görüntünün olasñ içeriÃÂi: 4 kià Âi, açñk hava
Nuran Ugur wiha got: “Îro em bi sed hezaran kesên li vir kom bûne li dijî zilm û faşîzma AKP-MHPê ne. Cejna hemû gelên bindest a Newrozê pîroz be. Em kok, şax û pelên herî kevnare yên vê axê ne. Faşîzm tenê pirsgirêka we ya bekayê ye. Zivistana dijwar belav bû û em gellek nêzî biharê ne. Tişta dikeve ser milê me ji bo em tecrîdê bişikînin, em biryardariya kesên bedena xwe dane ber birçîbûnê girsettir bikin.”
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî di şahiya Newrozê de gotarek pêşkeş kir û got: “Hûn îro bi çi çoş û giyan hatine vir, gelek girîng e bi vê çoşê di 31ê Adarê de herin ser sindoqên dengdanê.”
Pervîn Buldan wiha axivî: “Min ji we re silavên Leyla Guven anî. Newroz roja azadî û aştiyê ye û roja berxwedanê ye. Îradeya gelê kurd di Newroza Amedê xwe eşkere kir. Teqez dê ev coş û îrade xwe di 31ê Adarê de jî nîşan bide. Ez soz didim bi milonan, em dê xeyala azadiyê ya Berkîn û Kemal Korkutan pêk bînin û faşîzmê têk bibin. Hilbijartina 31ê Adarê gelek girîng e. Em bi ruhê agire Newrozê biçin ser sindoqan.”
Bulda wiha tekez kir ew dê di 31ê Adarê de derseke mezin bidin û serbikevin û wiha got: “Hûn dizanin dê dengê xwe bidin kê. Hûn baş dizanin çawa piştevaniya hêzên demokrasiyê tê kirin. Em dê qedera hilbijartinê diyar bikin. Ez navê didim we ne navê partiyan.”
