• Thursday, 19 February 2026
logo

Serkirdeyên Herêma Kurdistanê sersaxî ji Lahor Şêx Cengî re xwestin

Gulan Media March 26, 2023 Nûçe
Serkirdeyên Herêma Kurdistanê sersaxî ji Lahor Şêx Cengî re xwestin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lahor Şêx Cengî ku dayîka wî koça dawî kir, peyama sersaxiyê şandin.

Îro şemiyê dayika Lahor Şêx Cengî, Fatîme Qadir koça dawî kir û biryar e termê wê li qezaya Koye bi xakê bê spartin

Lahor Şêx Cengî di konferanseke rojnamevanî de got, termê dayika wî li Koye tê veşartin û sibe li mizgefta Ehmedî Hacî Elî li bajarê Silêmaniyê taziyê tê danîn.

Di bersivdayîna pirsyara peyamêrê Rûdawê de jî got: “Dayika min bi temen bû û vê dawiyê nesax bibû.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbata Lahor Şêx Cengî re xwestin.

Fatîme Qadir, hevjîna Şêx Cengî birayê mezin ê serokkomarê berê yê Iraqê û Sekreterê  Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Celal Telabanî bû.

 

Rudaw

Top