Mesrûr Barzanî: Yên îro ligel me nasekinin, bila sibe xwe nekin xwediyê destkeftên me
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li twittera xwe ragihand, “Yên ku îro ligel me nasekinin, bila sibe xwe nekin xwediyê destkeftên me û sûdê ji serkeftinên me wernegirin.”
Ev yek di demekê de ye, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek li tora civakî “Twitter” belav kir û tê de ragihandibû, “hevtêgihîştina me ya vê dawiyê ya ligel Bexdayê, bingeheke baş e ji bo çareserkirina kêşeyên pêwendîdar bi biryara îro ya dadgehê.”
Her wiha got jî, tîmek ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê sibe serdana Bexdayê bike û li ser bingeha niyazpakiyê, berdewamiyê dide gotûbêjan.
K24
