Li Maliyê 115 kes hatin kuştin
Serokê Komeleya Fulanî Tabîtal Pulaakoyê Ebdulezîz Dîallo got ku milîsên endamê koma Dogonê êrîşî gundê Egossagouyê kirin û jinên ducanî û zarok jî di nav da 115 kes kuştin.
Ebdulezîz Dîallo diyar kir ku di êrîşê de mixtarê gundê Egossagou û neviyên wî jî hatin kuştin.
Endamên koma Dogonê Fulaniyan sûcdar dikin ku piştgiriyê didin milîtanên bi komên terorê re têkildar in.
Fulanî bêtir li aliyê navîn ê Maliyê dijîn û piraniya wan şivan in û Fulanî di van salên dawiyê de ji ber bûyerên terorê yên ku li herêmê diqewimin rastî êrîşên cur bi cur tên.
Rudaw
