• Saturday, 14 February 2026
logo

Parzgar ê Neynewa û herdû cêgir ên wî ji post ên wan hat ladan

Gulan Media March 24, 2019 Nûçe
Parzgar ê Neynewa û herdû cêgir ên wî ji post ên wan hat ladan
Perleman a Îraqê, parêzgar ê Neynwea Newfel Hemadî Agûb û herdû cêgir ên wî ji post ên wan ladan.

Piştî Adil Ebdulmehdî, serok wezîr ên Îraqê, pêşnîyaz kir perleman a Îraqê ku parêzgar ê Neynewa û herdû cêgir ên wî bihên dûrxistin ji post ên wan, serok perleman a Îraqê di kombûn a evro ya Civat a Nwêner ên Îraqê de bi piranî ya dengan biryar a dûrxistin a wan da.

Di pişkek a dî ya kombûn a perleman a Îraqê de danûstandin hatin kirin li ser nigrobûna qayex Mûsilê, ku zêdetir ji 100 kesan can ên xwe ji destdabûn û hijmarek a dun jî bê sorax mane. Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: divê vekolîn bhê kirin ji bûyerê û alî yên kêmasîdar bihêjn sizadan.

Herweha perleman a Îraqê ragehandîye, maf ê kesûkar ên qurbanîyane ku sikala (şikat)ê li ser alî yên peywendîdar bi bûyerê ve tomar bikin.

Roj a pêncşemî ya bûrî, 21ê Avdarê qyexek di rûbar ê Dijle de, li Mûsilê, wergerrîya û bi eger a wê yekê jî zêdetir ji 100 kesan can ê xwe ji destdan û û heya niha hijmarek a mezin jî bê soraxin û piranî ya wan jî jin û zatro ne.

K24
Top