• Thursday, 19 February 2026
logo

Guhdar Şêxo: Meha Remezanê de 30 xanî ji malbatên kêmderamet re tên pêşkeş kirin

Gulan Media March 25, 2023 Nûçe
Guhdar Şêxo: Meha Remezanê de 30 xanî ji malbatên kêmderamet re tên pêşkeş kirin

Di projeyekî xêrxwaziyê ya serpereştê îdareya serbixwe ya Zaxo de, di meha pîroz a Remezanê de 30 xanî dê pêşkeşî 30 malbatên kêmderamet bên kirin.

Koordînator ango serpereştê îdareya serbixwe ya Zaxo Guhdar Şêxo li Duhokê ji çapemeniyê re ragehand: ‘’Armanca me ya cîhbicîh kirina vê projeye pêşkeş kirina alîkariyê ji bo malbatên kêmdahat û kirêçiyan e. Ji ber wê me biryar daye di dema fitarê de her şevekî Remezanê de li gel malbatekî kêmdahat emê fitarê vekin, ku ew malbat hejar û pêwîstiya wê bi alîkariyê be û emê xaniyekî pêşkeşî wê malbatê bikin.’’

Guhdar Şêxo got: ‘’Me ev proje ragehandiye ku kesên dewlemend di vî kare xêr de beşdar bibin.’’

Herwaha got: ‘’Yekem fitara meha Remezanê li Zaxoyê me xaniyek pêşkeşî malbatekî hejar kir. Duh li Batîfa xaniyekî din me pêşkeşî malbateke hejar kir ku pêwîstiya wan pê hebû. Li ser soza xwe emê berdewam bin û di meha Remezanê de 30 xaniyan pêşkeşî 30 malbatên kêmdahat bikin. Ez spasiya xelkê dewlemend ê Zaxo dikim, ku di vê projeye de hewkariya me kirine û armanca me xizmet kirina xelkê me yê birêz e.’’

 

Basnews

Top