• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka: Em naxwazin şer bikin lê bersif jî didin

Gulan Media March 25, 2023 Nûçe
Amerîka: Em naxwazin şer bikin lê bersif jî didin

Balefirên Amerîkî êrîşî ser hêzên Îranî li Sûriyeyê kirine.

Piştî êrîşên çend rojên derbasbûyî yên çekdarên ser bi rejîma Îranê li Sûriyeyê yên bo ser hêzên Amerîkî, hêzên Amerîkî jî bo cara ewil raste rast li Sûriyeyê êrîşî ser hêzên rejîma Îranê kir.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kiriye ku, em naxwazin li gel Îranê şer bikin lê em bersifeke dijwar jî didin her cure êrîşekî û êrîşa ku, duhê li derdorê Dêrazorê pêk hatiye bersifdayîna êrîşên komên çekdar yên ser bi Îranê bo ser hêzên Amerîkî bûye.

Wezareta berevaniya Amerîkayê herwiha diyar kiriye ku, nabe Îran piştîvaniya êrîşên dijî Amerîkayê li Sûriyeyê bike.

Top