• Thursday, 19 February 2026
logo

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir

Gulan Media March 25, 2023 Nûçe
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamekî serxweşiyê belav kir

Ji ber koça dawî ya fermandarê herdu şoreşên Îlon û Gulanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama sersaxiyê de ragihand: “Bi xem û kovaneke zor, me peyama koça dûmahiyê ya pêşmerge û fermandê qehremanê rojên sext û dijwar ên herdû şoreşên Eylûl û Gulanê û helgirê mêdala Barzaniyê Nemir, Xwedê jê razî Mihemed Xalid Boselî bihîst, ku temenê xwe di bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê derbas kir û li çendîn dastana beşdarî kirî û rolekê berçav di têkoşîna gelê me da hebû û bavê şehîdê qehreman 'Umer Boselî ye ku li dastana Sihêla şehîd bû.”

Mesrûr Barzanî diyar kir: “Behî û serexoşiyê li xwe û binemala wî ya birêz û xebatker û dost û hogir û hevalên wî dikim û hevpişkê xema wan im. Xwedayê mezin û dilovan, giyanê wî bi beheştê şad bike û aramî û hedarê bi hemîyan bibexşîne.”

 

Basnews

Top